
Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê, li bajarê Çabiharê bê agehdarkirina berê malên xelkê li serê wan de kavil kirin û xelk bi tundî kutan û hejmarek ji wan jî girtin û digel xwe birîn.
Roja Înê, 30ê Çirriya Pêşîn, “Bunyada Mesken” a bajarê Çabihar li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê bi alîkariya hêzên ewlehî yên rejîmê, bê egehdarkirina berê, li demjimêr 2ê nivê şevê, êrîşî li ser malên xelkê “Belûç” li taxa “Gulşehir” a şeqama “Tîs” kirine û 8 xaniyên wan kavil kirine û kesên ku nerizayetiya xwe nîşan dane bi dijwarî kutane û hejmarek ji wan kesan jî girtine û digel xwe birine.
Pêka raporan, karbidestên “Bunyada Mesken” û hezen ewlehî yên rejîma Îranê bi lêdana batûm û gaza bîberê êrîşî li ser jin û zarokan kirine û bi awayekî hovane ew kutane ku rewşa tenduristiya yek ji wan jinên kutayî xirab e û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Di wî karê hovane de, jin û mêrek ku paşnavên wan “Gurgic” bûye û binçav kirin û digel xwe birîne.
Herwisa li ser wê mijarê li demsala Bihara îsal jî, rejîma Îranê xaniyên xelkê “Belûç” li “Mîr Abad” û “Hût Abad” a bajarê Çabiharê kavil kiribûn.
Rejîma Îranê li hember xelkê, xwe ji ti kiryareke hovane naparêze.