Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li bajarê Merîwanê di roja 22ê Pûşperê de hewla xapandina xelkê dide

12:15 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li bajarê Merîwanê, di salroja şehîdkirina rêber û pêxemberê aştiyê şehîd Dr.“Qasimlo” de, rejîma Îranê bi kiryarên gemar yên xwe hewla xapandina hizra xelkê Kurdistanê dide.

Rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Merîwanê di salroja şehîdkirina rêberê gelê Kurd Dr. “Qasimlo” bi dest dîplomat terorîstên rejîma Axûndî, bi hemû awayî hewla xapandina hizra xelkê didin û givaşan dixin li ser xelkê bajarê Merîwanê ku divê heyama şevan de jî dukan û firoşgahên xwe vekin.

piştî hiloşîna konsertekê li ser daxwaza xelkê ku biriyar bû li roja 22ê Pûşperê li bajarê Merîwanê bê lidar xistin Spaha Pasdaran givaşên xwe zêdetir kirine.

Nav û rêbaza Dr. “Qasimlo” piştî derbasbûna 33 salan li ser şehîdkirina wî de, hîn jî zindiye û ev yek bûye cihê tirs û kilê çavên dijmênê dagîrker.