Rejîma Îranê li bajarê Bokanê bi sedema danîna navên Kurdî li ser dukanan, givaş xistiye li ser xelk û dukandaran.
Karbidestên rejîmê bi wan dukandarên ku navên Kurdî li ser dukanên xwe danîne gotine: “Dibe li ser tabloyan wan navên Kurdî rakin û navên farsî li ser danên”.
Herwisa rejîmê li derheq wan navên ku bo xelkê Kurd wekî hêmayekê ne yên wekî, “Kobanî, Pêşewa, Kurdistan, Ala, Bêsitûn û Şaho û ….hwd”, dijatiya xwe nîşan dane.
Karbidestên rejîmê bi wan dukandaran re gotine ku, hekî navên Kurdî neguherin û navên Farsî li ser nedanên, dê dukanên wan daybixin.