Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li derheq 4 navendên navkî ti zaniyariyek nedaye

18:21 - 15 Îlon 2021

Serokê Saziya Navnetewî ya Vizeya Navkî “Rafael Grossi”  bas ji vê yekê kiriye ku rejîma Îran li derheq 4 navendên navkiyên xwe ku madeyên navikî têde hatine dîtin bersiva ti pirsyareke wan nedaye.

Serokê Saziya Navnetewî a Wizeya navikî “Rafael Grossi” di  gotinên xwe de li Şêwreya Hukam ragihandiye ku piştî baskirin ji serdana xwe bo Îranê û serdana binkeyên vizeya navkî, bas ji bersiv nedana rejîma Îranê li derheq 4 navendên navikî yên kir, ku di wan 4 navendan  de madeyên navkî hat5ibûne dîtin.

Herwisa “Rafael Grossi” ragihand: “Min di rapora xwe de dubare tekezî kiriye ku bersivnedana Îranê bi daxwazên Ajansê bo destpêregihîştin bi alavên çavedêrî, qasa teknîkiya Ajansê û berdewambûna agehdarbûn ji wan dêxe metirsiyê ku ew bi wateya bi metirsîxistina hewcehiyên ajansê bo destpêkirina erêkirin û çavedêrî li ser çalakiyên navkî yê Îranê ye.

Rejîma Îranê xalên Bercamê binpêkirine û her carê xalek ya Bercamê binpê dike û baweriya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bi rejîma Îranê kêmtir dibe.