Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li dijî PDKÎ li şeqamên bajarê Seqizê siloganan dinivîse

17:29 - 22 Hezîran 2022

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, çendmîn car e ku, binke û navendên ewlehî yên rejîma Îranê li şeqam û kolanên bajarê Seqizê, li dijî PDKÎ siloganan dinivîsin.

Rejîma Îranê di şeqam û kolanên weke “Şanaz, Se`idî û Hafiz” ê de, li dijî PDKÎ silogan nivîsandine.

Nivîsandina silogan li dijî PDKÎ tevî ku bêzarbûna xelkê li rejîmê çend qatan zêdetir dike, vê rastiyê jî zelal dike ku PDKÎ pêgehek gelek berfireh li nav xelkê de heye û rejîm jî, ji vê rastiyê ditirse.