
Dadgeha rejîma Îranê li ser kedkarên xwenîşander yên kompaniya “Azer Ab” a bajarê “Erak”ê sizayên giran sepand û di dadgeha Înqlabê de jî bo hindek ji wan dosyesazî kiriye.
Roja Çarşemî, 24ê Hezîranê, Cihgirê Serokê Şêwreya Kompaniya “Azer Ab”, “Cewad Sabirî”, bas kiriye ku di taya 106 a dadgeha bajarê “Erak”ê de, bo 42 kedkarên nerazî yên xwenîşandanên wê kompaniyayê, her yek ji wan, bi 1 sal heps, 5 sal hepsa ragirtî û 74 derbên qamçî hatine cezakirinê û tevî wan cezayên sepandî, ferman dane ku dibe ew kedkar di xizmetkariyên bajar, paqijkirina derdora rêya hesinî û rêyên dinê de kar bikin.
Herwisa dadgeha înqlab a bajarê “Erak”ê, bi 16 kes ji wan kedkaran re, bi tohmeta “alozkirina rewşa giştî û afirandina fitney”ê dosyesazî kiriye.
Kedkarên kompaniya “Azer Ab”ê, bo heyamê du mehan e ku heqdestên xwe hêj vernegirtine û wan kedkaran li derheq ne dadperwerî û nedana heqdestê xwe, xwenîşandan kiribûn û rêya hesinî daxistibûn û hêzên întizamî û îtilaata rejîmê jî, bi awayekî dirindane êrîşî ser wê kombûna aştîxwazane ya wan kedkaran kiribûn.