Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li Efxanistanê girûpeke hevşêweyê Fatimiyûn û Heşda Şeibî ava kiriye

13:04 - 11 Tebax 2021

Rejîma Îranê bi amadebûna hêzên Fatimiyûn ku xelkê Efxanistanê ne, girûpeke girêdayê xwe li wî welatî ava kiriye û dixwaze hevşêwaeyê Heşda Şeibî bihêz bike ku siyasetên rejîma Îranê bi rê ve bibe.

Hêza Fatimiyûn ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye avakirin di Îraq û Sûriyê de fermanên rejîma Îranê cî bi cî dike, lê niha rejîma Îranê bi piştevaniya wê hêzê, “Heşda Şî`î” di Efxanistanê de bihêz dike ku bibe bi hêzeke karlêker û siyasetên rejîma Îranê di wî welatî de bi rê ve bibe.

Rejîma Îranê li bajarê Kabolê girûpek a bi navê “Heşda Şî`î” ava kiriye û ew girûpe çalak kiriye, pêka rapora nûçegihaniyên girêdayê rejîmê, kesekî cihadî yê bi navê “Hesen Heyderî” fermandeyê wê girûpa cîhadî ye.

Spaha Quds a ser bi Spaha Pasdaran 6 salan berî niha li Îraq û Sûriyê bi bikirêgirtina ciwanên koçber ên xelkê Efxanistanê hêza Fatimiyûn damezrandibû û niha bo tedaxul di karûbarên hundirê Efxanistanê de û bihêzkirina girûpa “Heşda Şî`î” ji wê hêzê mifah wergirtiye ku bikare şerxwaziyên xwe li deverê de berfirehtir bike.