Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li gundê “Derekê” dest bi ser barê kolberan de girtiye

12:29 - 8 Kanûna Paşîn 2021

Piştî ku hêzên rejîma Îranê li gundê “Derekê” êrîş kirine ser kasibkar û kolberan û dest bi ser barên wan de girtin, bo bajarê Merîwanê veguhastin.

Pêka nûçeya gehiştî bi malpera “Kurdstan Media” yê ew hêzên rejîmê ku li gundê “Derekê” êrîş kirine ser Kolberan, dest bi ser barê 7 hêstiran de giritine , herwisa dest bi ser barê Kolberan û 100 ser Pez û terş de jî girtine. 

Hêzên rejîmê barên kolberan bi helîkopteran bo bajarê Merîwanê veguhastin, herwisa xelkê deverê çûn û daxwaza Pezê xwe kirine, lê hêzên rejîmê xel daye ber desrêja gullan.

Roja Pêncşemî 18ê Befranbarê li gundê “Derekê” hêzên rejîma Îranê ku zêdetir ji 10 maşînan bûn êrîş kirine ser Kolberan.