Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li Guytepeya Mehabadê serçaveyên avê yên binerd talan dike

18:20 - 12 Gulan 2022

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê li bajarê “Guytepe”ya girêdayî bajarê Mehabadê, dixwaze serçaveyên binerd ên ava xelkê wî bajarî talan bike.

Rejîma Îranê tevî ku, di hemû temenê xwe yê gemar de xwe ji ti dizî, kavilkirina hemû çeman, û serkaniyên avê ên binerd neparastiye, vê carê bi kolana bîrên kûr, ava wî bajarî jî talan dike.

Ew talankariyên rejîmê nerizayetiya xelkê “Guyktep”ê li pey xwe aniye û rê ji hewla rejîmê girtine.

Pêka zaniyariyan, her carê organeke girêdayî Spaha Pasdaran tê bona vê ku, pêşî ji nerizayetiyên xelkê wî bajarî bigire.

Çavkaniyek agehdar ji malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye ku: “Xelkê Guygtepeyê ji rejîmê re gotine ku, îsal tenê carekê li bendava Mehabadê av dane bi me û berhemên werzêrî ên me hêdî hêdî hişik dibin û niha hûn hatine û rehmê bi avên binder ên me jî nakin, meger hûn ji ser laşê me re derbas bin.

Pêka zaniyariyên vê çavkaniyê, Spaha Pasrdaran a terorîst heta niha di wê hewla xwe de serkevtî nebûye û her carê şêwrekî gund gazî dike da ku xelkê bi pere razî û bêdeng bikin, lê, şêwra bajêr ew pêşniyara Spahê red kirine.