Berdevkê Komîsiyona Werzêriya meclîsa rejîmê: “Nirxa 700 kelûpelan bilind bûye û ew nikarin bersiva xelkê bidin”.
Berdevkê Komîsiyona Werzêriya meclîsa rejîma Îranê “Ehed Azadîxwah” gotiye: “ Enfilasiyon û bilindbûna nirxan nêzîke pişta xelkê bişkêne; Biryar bû ku nixa 7 kelûpelan bilind bibe û ew jî bi kopênan bên qerebûkirin lê, niha nirxa 700 kelûpelî bilind bûye û em êdî nikarin bersiva xelkê bidin”.
Gotinên navbirî di halekê de ne ku, li roja Yekşemî 12`ê Hezîranê nirxa Dolarê Amrîkayê gihîşte 33 hezar Tumenî û nirxa hewcehiyên xelkê çend qatan bilindtir bûn.
Herwisa di piraniya bajaran de, bi sedema bilindbûna nirxan û enfilasiyonê, xelk rijiyane li ser şeqaman û hêviya dabînkirina daxwazkariyên xwe dikin.