Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li hember kirîna balafirên şer ên Feransê ji aliyê Îmaratê ve hewlîst girt

11:57 - 8 Kanûna pêşîn 2021

Piştî serdana Serkomarê Feransê “Emmanuel Macron” li welatên başûrê kendavê û girêbesta 14 milyard Dolarî ya Feransê digel Îmaratê bo firotina 80 balafirên şerker ên pêşkevtiyên cora “Rafale”, rejîma Îranê li roja Duşemî 6ê Kanûna Pêşîn welatê feransê bi nearamkirina devera kendavê tawanbar kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya rejîma Îranê “Seîd Xetîbzade” li hember wê hewla Feransê nerizayetiya xwe nîşan da û got: “Dana cebilxane û balafiran bo welatên deverê bi wateya milîtarîzekirina deverê, şer û neramiyê ye û herwisa em wê hewlê qebûl nakin”.

Rejîma Îranê di halekê de rexnê li Feransê digre ku bi xwe mezîntirîn fitneçî û alozkerê dever û cihanê ye û bi dom cebilxaneyan bo girûpên terorîstî dişîne.

Heta niha çendîn caran ji aliyê Amerîka û welatên Ewropayê ve huşdarî bi Îranê hatiye dan ku ji tedaxulkirin li karûbarên deverê xwe biparêze.