Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li hemberî Amerîkayê paşekêşiyê dike

12:57 - 20 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê, li hemberî gefên Amerîkayê paşekêşiyê dike û amadey danûstandinan dibe.

Tevî vê ku berpisên rejîma Îslamî ya Îranê, bi awayên berdewam gefa êrîşkirina li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li deverê, berjewendiyên Amerîka, û Hevalbendên Amerîkayê li deverê û heya cîhanê jî dixwen, her di vê pêwendiyê jî, çendîn kiryarên terorîstî encam dane, û piştî çend agehdariyên ku karbidestên Amerîkayê derheq zêdexwaziya vê rejîmê dan û berpirsên rejîma Îranê jî bo danûnstandinan amade dibin.

Her di vê derheqê de, Hesen Rohanî, serkomarê rejîma Îranê, di civîna digel rewşenbîr, hûnermend û çalakvanên din yên Îranê li bajarê Tehranê, nerasterast amadebûna rejîma Îranê bo danûstandinan li hemberî berpirsên Amerîkayê nîşan dide.

Hesen Rohanî, di vê civînê de ragihand ku, em ev alîne ku daxwaza gotûbêjkirin û danûstandinan dikin, û her aliyek ku Îranê bi zorê bibe ser maseya danûstandinê, xeyrî gotûbêjkirin tu encamek wisa tunabe, em bi tu awayî amadeyê vê rengê gotûbêjkirinê nînin, û hekî hemû mizin hêz yên cîhan û heya ku hemû cîhan jî derheq vê rengê gotûbêjkirinê hev bîr bin.

Serkomarê rejîma Îranê, di berdewamiya axavtinên xwe de, îşar bi binpêkirina lihevkirina navikî ya bi navê Bercam û biryarnameya navneteweyî ya çalakkirina çeka navikî ya rejîmê kir û got:  Di çarçoveya danûnstandinên derheq lihevkirina navikî a di navbera Îranê û welatên 5 zêdey 1 de, biryarnameyeke şêvra ewlehiyê ya navneteweyî di vê derheqê de, me heft biryar hilveşadine.

Her di vê derheqê de, di heyama hefteya derbazbûyî de, nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdaiy saziya Spaha Pasdarana terorîst, di nûçeyekê de belavkiriye ku, berprisên rejîma Îranê, biryara binpêkirin û pêbendnebûna bi lihevkirina navikî ya bi navê Bercamê ku dinavbera Îran û welatên (5+1) hatiye îmzekirin, û di vê biryanameya şêvra ewlehiyê ya navnetewey de hatiye ragehandin û çûye warê cîbicî kirinê jî.