Kompaniya ewlehiya Înternetî ya “Bit Defender”, navendeke datayan li nêzî bajarê “Harlêm” ê welatê Holendê peydakiriye ku rejîma Îranê bi wê rêyê ve sîxurî li ser dijberên xwe yên siyasî dike.
Rojnamevan û lêkolerê bernameya radiyoya Holendî yê “Argos”ê, “Rik Delhas” ragihand: “Pêka lêkolînên ku bi hevkariya kompaniya ewlehiya saybêrî ya “Bit Defender”ê hatine kirin, me sêrvêrek li “Data Center” li nêzî bajarê “Haarlem” ê ser bi Holendayê peyda kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi wê rêyê ve sîxurî li ser dijberên xwe yên siyasî dike”.
Pêka rapora malpera “NL Times”ê, bo kesekî Îranî yên dijî rejîma Îranê li tora civakiya “Telegram”ê faylek hatibû şandin ku rojnamevanên lêkoler bi hevkariya “Bit Defender”ê karîne bi rêya wê faylê veî, wê sêrvêra ku fayl bo Telegrama wî dijberê rejîma Îranê şandiye, peyda bikin.
Rojnamevanên lêkoler yên bajarê “Argos”ê bi hevkariya Kompaniya “Bit Defender”ê peyda kirine ku rejîma Îranê di hewlê de bûye ku dest bi zaniyariyên kampiyûter û telefonên dijberên xwe yên siyasî li çendîn welatên wekî, “Holend, Alman, Swêd û Hindistan”ê peyda bikin.
Karnasên ewlehiyê berê ragihandibûn ku vîrûsa bikarhatî bona hekkirina wan kampiyûteran, girêdayê rejîma Îranê ye.
Kompaniya “bit Defender” bi lêkolîn li ser trafîka înternetî, ew sêrvêra xizmetkariyê li derdora bajarê “Haarlem”ê de peyda kiriye.
Rejîma Îranê bi mifahwergirtin ji wan core sêrvêran bona kontrolkirina kampiyûterên vîrûsgirtî û herwisa bo dizîna zaniyariyan bi kar tîne.