
Berpirsên Dezgeha Dad û ewlehiya rejîma Îranê bi beşdarbûn li civîna Şêwraya Bilind a Stada Mafê Mirov tekezî kirine ku divê Komara Îslamî li derheq pirsa mafê mirovî wek emrazek bo êrîş û berevaniyê mifahê jê verbigre.
Rejîma Îranê bi sedema binpêkirina sîstematîk û berfireh a mafê mirovî, li jêr givaş û rexneyên micid ên navendên navnetewî û medenî de ye lewma hewlê dide bi awayekî xwe ji wan givaşan derbas bike, lê bi sedema sîstema serkutker û binyata şerxwaz û li dijî miroviya rejîmê, haletên binpêkirina mafê mirovî di Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê de roj bi roj zêdetir dibin.
Di wê derheqê de serokê Dezgeha Dad a rejîma Îranê, “Xulamhusêyn Muhsinî Ejêyî” daxwaz ji dezgeha dad kiriye ku li derheq mafî mirov de hevahengiyek zêdetir bikin.
Herwisa berpirsê terorîst yê Şêwraya Bilind a Ewlehiya rejîma Îranê, Pasdar “Elî Şemxanî” daxwaz li Dezgeha Dad kiriye ku standarda xwe li derheq mafê mirov de baştir bike!
Rejîma Îranê bi hewlên wiha û bi hevahengiya Dezgeha Dad û navendên ewlehî, dixwaze bo berevanî li binyata rejîmê haletên binpêkirina mafê mirovî bidomîne û perdepoş bike û bi hevahengiya wan navendan him bikare zêdetir mafê mirovî binpê bike û him xwe ji givaş û rexneyên micid ên welatên din derbas bike.