Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li Kurdistanê parazît xistiye ser “TISHK TV”yê

17:13 - 16 Adar 2022

Pêka nûçeyên gehiştî bi malbera “Kurdistnmediayê” li Kurdistanê parazît xistine ser “TISHK TV”yê û xelk nikarin çav li wê kanalê bikin.

Ew parazît bi taybet li bajarê “Şino” xistine ser “TISHK TV”yê daku xelk nekarin çav li “TISHK TV”ê bikin.

Rejîma Îranê di devedevê hatina cejina dîrokiya Kurdan, çejina “Newroz”ê bo vê yekê ku ew cêjin bi şahî li Kurdistanê neyê lidarxistsin û di dema medyayîkirina wê cejinê ji aliyê “TISHK TV”yê de xelk nebînin lewma parazît xistiye ser wê kanalê.

Herwisa rejîma Îranê bo wê yekê ku xelk hişiyar nebin û mafên xwe nenasin, dengê heqbêjiya “TISHK TV”ê ku dengê rewayê gelê Kurd  li Rojhilatê Kurdistanê ye bêdeng bikin, bi berdewamî di hewla êrîşên saybêrî bo ser ragihandina PDKÎ ye.