Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê li Kurdistanê, piştevaniyê li girûpên tundrew dike û hewcehiyan bo van dabîn dike, heya bikarin çalakiyan encam bidin û xelkê bo aliyê xwe rabikêşin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, girûpên tundrew li Kurdistanê, bi piştevaniya saziya Spaha Pasdaran ya terorîst û binke û navendên îtila`atê yên rejîma Îranê, dest dane bi çalakkirina van û dixwazin xelkê û bitaybet ciwanan bo aliyê xwe rabikêşin.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku: Girûpên tundrew li bajarên wekî, Bane, Serdeşt, Ciwanro û Pawe dest dane bi birêvebirina çalakî û tebilîxên berfireh û îdareya îtila`atê jî piştevanî ji girûpên tundrew dike.
Her di vê pêwendiyê de, mamostayê olî yê bi navê “Hesen Vajî” di gotûbêjekê de bas ji vê kiriye ku: “Pîlana ku niha rejîma li ser kar dike, ev e ku hêza nîştimanperwer û meseban lawaz bike û komara Îslamî di rastiyê de, hem dijmnê neteweya gelê Kurd e, û hem jî dijmên ol û bawer û ayînane.
Rejîma Îslamî ya Îranê, berewam piştewaniya girûpên terorîstî kiriye û yek ji van sebeban eve ku Spaha Pasdaran wekî saziyeke terorîstî hatiye naskirin ev jî dizvire bo vê ku piştevaniya girûpên terorîstî kiriye û para aborî yên van girûpan dabîn dike.
Girûpên cîhadî li Kurdistanê bi piştevaniya aborî û me`inevî ya rejîma Îranê kar û çalakiyan encam didin.