Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li pileya yekem a îdamkirina xelkê di cîhanê de heye

11:48 - 24 Gulan 2022

Rejîma Îranê bi îdamkirina 314 kesan di sala 1400an de, li pileya yekem di cîhanê de ye û Saziya Lêbûrîna Navnetewî nigeraniya xwe li derheq zêdebûna rêjeya îdamkirinan li Îranê nîşan daye.

Rêkxirawa Lêbûrîna Navnetewî roja Sêşemî 24ê Gulanê di rapora salaneya xwe de belav kiriye: “Di sasla 2021an de herî kêm 579 îdam li 18 welatên cîhanê hatine kirin ku bi helsengandin digel sala 2020an ku 438 îdam hatibûne encamdanê ji %20 zêdetir bûye.

Herwisa pêka vê raporê, Îran bi îdamkirina 314 kesan zêdetirîn amara îdamkirinê li cîhanê heye. Rejîma Îranê di sala 2020an de 216 kes îdam kiribûn û di sala 2021an de ew amar 98 kes zêdetir bûye.

Herwisa Saziya Lêbûrîna Navnetewî di rapora xwe de daye zanîn: “Sala 2021an zêdetirîn rêjeya îdamkirin û dana cezayê îdamê li dadgehan heye û beşek ji çalaktirîn celadên cîhanê piştî Koronayê hatine ser kar û ew cihê nigeraniyê ye”.

Amara belavbûyî ya Saziya Lêbûrîna Navnetewî, amara îdamkirin li welatên Çîn, Koreya Bakur û Viyetnamê li xwe nagire û Saziya Lêbûrîna Navnetewî li ser vê bawerê ye ku di welatê Çînê de her salê bi hezaran kes têne îdamkirin.