Pêka rapora ewlehî ya “The Washington Free Beacon” a Amerîkayê, Îran li sala 2020an de li pey geşedan bi çekên komkuj bûye û bona berhemanîna wan çekan û destpêregihîştin bi zaniyariyên hewce, pêwendî bi kompaniyeke teknolijiyê li welatê Alman re girtiye.
Pêka wê raporê, “rejîma Sûriyê, Koreya Başûr û Pakistan” rû bi geşedan bi çekên komkuj kirine.
Herwisa li wê raporê de hatiye: “Alman yek ji wan welatên Yekîtiya Ewropayê ye ku sîxurên rejîma Îranê têde çalakiyan dikin û niha, mijûlê birêvebirina çalakiyên aloz in.
Pêka wan zaniyariyan, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê, mijûlê çavedêrî û rûberûbûn li hember dijberên komara Îslamî ya Îranê li derveyî welat in.