Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li ser Bercamê micid nîne

12:03 - 7 Nîsan 2021

Nûnerê Taybet yê Amerîka li Karûbarê Îranê, “Robert Malley” ragihand: “Pêdegiriya rejîma Îranê li derheq hilgirtina dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê, nîşana micidnebûna wî welatî ye”.

Roja Sêşemî 6ê Nîsanê, Nûnerê Taybet yê Amerîka li Karûbarê Îranê, “Robert Malley” li bajarê “Viyen”ê, tevî îşarekirin bi hewla Amerîka bona girêbestekê ku tev çalakiyên navkî û deverî yên Îranê li xwe bigre, ragihand: “Em nigeranê bernameya mûşekên balêstîk û çalakiyên deverî yên Îranê ne, em dixwazin li ser tev wan mijaran danûstandinê bikin, lê baştir ev e ku di destpêkê de ji bernameya navkî ya Îranê alxahîn bibin û me nigeranî tine be”.

Herwisa “Robert Malley” bi tekezî li ser biryara berê ya Amerîkayê ku bi rohnî dabu xuya hekî Îran sozên xwe yên li Bercamê cî bi cî bike, Amerîka dê bizivire nav Bercamê, bi tekezî ragihand: “Pêdegiriya Îranê li ser hilgirtina dorpêçan berê zîvirîna wî welatî bi sozên xwe yên li Bercamê, dide xuya ku Îran li ser zivirîn bo Bercamê micid nîne”.

Herwisa navbirî ragihand: “Bi sedema wê yekê ku Îranê çeka navkî tinîne, baştirîn rê bona alxahînbûna dîplomasî ye”.

Herwisa navbirî ragihand: “Piştî zivirîn bo Bercamê, em digel hevpeyman û şirîkên xwe yên deverê, dê li pey girêbesteke bihêztir û demdirêjtir bin ku, bikare bersiva berjewindiyên Amerîkayê bide”.