Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li ser sinûrê Azerbaycanê manovrekî leşkerî birêwe bir

11:11 - 1 Çirriya pêşîn 2021

Rejîmê manovrek li jêr navê Xeyber bi armanca nîşandana hêza xwe û gef ji welatê Azerbaycanê, birêwe bir.

Serê sibezûya îro 1ê Çirya Pêşîn, rejîma Îranê manovrek li jêr navê Xeyber bi beşdariya hêza wejayî û topxane û girûpa Pehpadî li ser sinûrê di navbera Îran û Azerbaycanê destpêkir.

Ew manvora di demekê de birêwe diçe ku Azerbaycanê haydarî dabû û daxwaz ji Îranê kiribû ku wê manovrê birêwe nebe.

Îlham Elî yof serkomarê Azerbaycanê, çend rojan berya niha ragihandibû ku birêwe birna manovrekî wiha, û di wê dema hestyar de, dikare pirskirêkan aloztir bike, û heyrî mana xwe dabû xûyakirin ku çima Îran niha wê manovrê encam dide.

Terorîst Mihemed Pakpûr fermandê hêza wejayî a sipaha pastaran a terorîst di bersiva Elîyof de gotibû ku dewletên cîran ji her kesî baştir sedemê wan manovran dizanin.

Piştî şerê sala derbas bûyî li Qerebaxê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê, parekî berçav ji herêmên ser sinûrê Îranê kevtne jêr kontirola Azerbaycanê, rejîma Îranê gelek pê acîze û berdewam gef ji Azerbaycanê xwarine, lewra Azerbaycan jî bi rêwebirna manovrekî wiha ji aliyê rejîma Îranê ve gefa bo ser xwe dizane.

Nêzîkbûna Azerbaycanê ji Turkiyê û Îsraîl û Nato yê wisa kirye ku rejîma Îranê bi berewajiyê îdolojiya mezhebiye xwe, li hember Azerbaycana Bisilman û hev Olê xwe, pişta Ermenistanê bigre, rejîma Îranê ew mijare neweşartine û ragihandine ku em taba hebûna Îsraîl li ser sinûrên xwe nakin.

Îsraîl yek ji welatên bikirê Nefta Azerbaycanê ye û hevdem Çek û cebirxanêt herî pêşkevtî difiroşe Azerbaycanê, hewma wê yekê jî Îran xistiye tirs û dile qutkê.