Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li tirsa xwenîşandan a piştî hilbijartinê li amadebaşiyê de ye

17:44 - 18 Hezîran 2021

Rejîma Îranê li tirsê xwenîşandana xelkê ya piştî hilbijartinê, rewşa ewlehî li bajarên “Tehran, Kerec, Kirmaşan û Şîrazê de sepandiye.

Komîsiyona ewlehiya rejîmê çendîn xal diyarîkirine ku heta bi dawîhatina hilbijartinan dibe ew xal ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve çavedêriyê li ser wan xalan bikin.

Beşek ji wan xalên ku ji aliyê rejîmê ve hatine diyarîkirinê ev in: “Ragirtina teitîliyan heta dema bi dawîhatina hejmartina dengan, amadebûna wan li ber çavên xelkê di şeqaman, çarrêyan, meydanan û stadên hilbijatinan de û berdewamkirina çavedêrî li ser cihên hestiyar û cihên destpêka serhildanan”.

Di wê derheqê de Fermandeyê întizamî yê taxa“Ferdîs” a bajarê Kerecê bi yekeyên di bin fermana xwe de ferman daye, ew kesên ku benêran lêdidin an wêne an vîdiyoyan radikin”, ji aliyê wan yekeyan ve bêne binçavkirin.

Herwisa Fermandeyê întizamî yê bajarê Kirmaşanê biryar daye ku heta derbasbûna 48 demjimêran li hilbijartinan, çek û cebilxaneyên xelkê bêne komkirin.

Fermandeyê întizamî yê bajarê Şîrazê gotiye: “ Ew kesên keviran dawêjin, benêran dişewitînin an poster û benêran xirab dikin, bi ti awayekî em ji wan xweş nabin”.