Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê mamostayan dişîne nav “nexweşên derûnî”

11:12 - 29 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Karmendeke nexweşxaneyeke Meşhhedê ragehand ku Haşim Xastar çalakê pîşeyî anîne nexweşxaneyê, û renge derzî lê dabin.

Sidîqe Melikî derheq destbiserkirina hevjînê xwe ragehandiye ku: Sibezûya roja Sêşemiyê dema ku ew ji mal derket, piştre ez jê bêxeber bûm. Piştre tirombêla wî li cihekî din li dervey Meşhedê hate dîtin. Hevjînê min ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin, û bi bêy tu sedemekê ew ji roja Sêşmiyê ve biribûn nexweşxaneya rewanpizişkî ya “Ibn Sîna” ya Meşhedê ku taybet bû bi kêşeyên derûnî.

Çend rojên borî ku navbirî bêserûşûn bibû, hinek ji karberên torên civakî bêserûşûnkirina wî digel bêserûşûnkirina Xaşi`işî didane ber hev.

Di hefteyên borî de gireva mamostayan yek ji nûçeyên herî girîng di torên civakî de bû. Destpêkê ragehandinan gellek guh nedane vê bûyerê, lê piştre ew girev dirêjî kêşa, û dersxwanan jî piştgiriya vê girevê kirin.

Hevjîna navbirî herwisa ragehandiye: “Roja Pêncşemiyê min pê re hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de wezîfedarên emniyetî  nehêlan ku ez digel hevjînê xwe ji bilî halpirsînê tu pirsek din jê bikim. Herwisa wan wezîfedaran bi min ragehandin ku dibe li gora helwestên wî, em wî test bikin ku gelo ew tewaw e yan na”.