Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê mehandina uraniyoma xwe li sînorê 300 KG derbas kir

18:11 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Mihemedcewad Zerîf daye zanîn ku, me mehandina uranityûmiya xwe ji sînorê 300 KG derbaskirîye.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 10`ê Pûşpera 1398`an (1`ê Tirmeha 2019`an), Wezîrê kar ê derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf gotiye: Îranê li gor bernameyên xwe, mehandina uranityûmê sînorê 300 KG derbas kiriye, û me berê jî dabûzanîn û bi eşkere gotibû ku emê çi bikin.

Mihemedcewad Zerîf di axavtinên xwe de daye zanîn ku, di nameya serkomarê Îranê de bi zelalî hatiye zanîn ku, hekî Ewropayî bi pêngavên baş bêne pêş emê jî wan çalakiyên xwe bidin sekînandin, lê hekî encam nedin, emê jî wê yasayê pinpê bikin.

Li gorî lihevkirina Bercamê, nabe xezina urniyoma mehandî di Îranê de ji 300 KG derbas be.

“Dunalid Tiramp” serkomarê Amerîkayê Du hefte berî niha li ser rûpela Twîtira xwe bi gef xwarin li Îranê nivîsîbû, Îran dixwaze sînordarkirin a mehandina uraniyomê pinpê bike.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Duşemî 10`ê Hezîrana 2019`an, Serokwezîrê Îsra`îlê “Benjamin Netanyahu” eşkerekir û gotibû: Îro nûçeyek gihîşte me ku, rejîma Îranê bernameya mehandina uranyomê bi awayekî bilez berfireh dike, û Îsra`îl jî ji rejîma Îranê re wê derfetê nade, da ku bombeya navikî hebe û herwisa bibe gefek li dijî ewlehiya Îsra`îl û cîhan ê.

Herwisa Roja Çarşemî 5`ê Hezîrana 2019`an, berpirsê berê yê tîma Ajansa navteweyî yê etomî “Ulî Honyom”di gotûbêjekê de ragihandibû ku, li gorî texmînan û rewşa bingehîn yên navendên navikî yên Îranê, hekî ev welat lipey çeka navikî be, di heyam 6 heya 8 mehan de şiyana destpêragihîştina wî wetalî ji çeka navikî re hedibe.