
Piştî belavbûna Vîrûsa Korona di Îran û Kurdistanê de, rejîma Îranê tevî weşartina hebûna nexweşiya Koronayê, niha di encama berfirehtir bûna wê Vîrosê di nava welat de, dest li ser dest daniye.
Di nexweşxaneya “Tohîd” a Bajarê “Sine” yê de, cih bo nexweşên tûşbûyî bi Vîrûsa Korona yê nemaye û pişka taybet, di nexweşxaneya “Kewser” de bo nesaxên tûşbûyî bi Korona yê, terxan kirine.
30 Mela, ji bajarê “Qum”ê ve bo bajarê “Şino”yê hatine şandin ku di binkeya Semed Bûstanî a Spaha Pasdaran a terorîst de dimînin.
Di Bajarê “Kamiyaran”ê de, di vîlayekê de serveyî bendava “Gawşan”ê, hejmareke zaf ji melayên rejîma Îranê, hatine danîn ku tirseke zaf xistiye dilê xelkê dewerê.
Welatî bas dikin ku, ew melayên ku wiha ji bajarê “Qum”ê tînin û di Kurdistanê de cihgîr kirine, nexweşiya Koronayê hene, rejîma Îranê bi awayekî sîstematik, melayan bo Kurdistanê wediguhaze.