Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê meyandina zêdetir a Uraniyomê dest pê kiriye

12:37 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rejîma Îranê li binkeya navkî ya “Firdo”yê meyandina zêdetir a Uraniyomê dest bê kiriye û alavên santrîfiyûj ên IR6 bo vê meyandina zêdetir bi kar tîne.

Pêka nûçeya Nûçegihaniya “Reuters” ê li roja Şemî 9`ê Tîrmehê, Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ragihandiye: “Îran ast û qasa meyandina Uraniyomê bi rêya santrîfiyûjên pêşkevtî ên IR6 li binkeya binerd a Firdo yê zêdetir kiriye”.

Herwisa Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî tekez kiriye ku, rejîma Îranê gaza “Uraniyom hexafluoride” ku heta asta ji sedî 5 hatiye meyandin, li sûlava 166 santrîfiyûjiya IR6 kiriye.

Rejîma Îranê bi Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî re gotiye ku, dixwaze wan alavan bo berhemanîna Uraniyom a bi tîratiya ji sedî 20 bi kar bîne.

Di meha derbasbûyî de, Şêwreya Hukam li dijî rejîma Îranê biryar standibû û ji rejîma Îranê daxwazkirbû ku bi lezgînî bersiva Ajansê li derheq 3 binkeyên cihê şik û gumanê bide lê rejîmê bersiv nedaye û bernameya xwe ya meyandina zêdetir domandiye.

Rejîma Îranê her carê bi hincetekê danûstandinên navkî demdirêj dike ku bikare dem bo berhemanîna çeka navkî bi dest bîne.