Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ku di nan xelk û civaka Kurdistanê de naveke cihgirtî ye û piraniya xelkê Kurdistanê piştevaniya wê dikin, rejîma Îranê mifahên xirab ji navê wê Partiyê werdigire.
Desteyek ji kesên girêdayê rejîma Îranê di bajarê Urmiyê û devrên girêdayê wî bajarî de, bi navê PDKÎ, daxwaza alîkariyê ji xelkê û welatiyan dikin.
Heyama çend rojan e ku, desteyek çekdarên nenaskirî di çiyayên deverên “Geliyê Qasimlo” û “Berandiz”ê de digerin û xwe bi navê Pêşmergên PDKÎ bi xelkê re didine nasandinê û daxwaza alîkariyê ji xelkê dikin.
Di vê derheqê de, çavkaniyeke agehdar bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihand: “Ew desteye girêdayê rejîma Îranê ye û bi navê Pêşmergên PDKÎ şevane diçine nav wan malên ku malbatên pêşmergan, şehîd û welatperweran e û daxwaza alîkariyê ji wan dikin.
Bo agehdariya xelkê Kurdistanê; Wan kesan ti pêwendiyek bi Partiya Demokrata a Kurdistana Îranê re nîne û xelkê Kurdistanê ji dana her cure alîkariyekê bi wan kesan re xwe biparêzin.