
Karbidestên rejîma Îranê bo wê ku xelkê bo aliyuê xwe ve bikêşin gotine ku her kesek zarokek jêr temen 5 sal hebe emê 1 milyon Tumen pere bi wan re bidin.
Pêka amarên fermî yên rejîma Îranê di dema navnivsînê de bo wergitirina alîkariya 1 miliyon Tumen ji aliyê rejêma Îranê ve, 17 miliyon serpereştên malbatan navên xwe nivîsîne, lê bi sedan hezar malbat hene ku dahata wan kêmtir ji 2 miliyon Tumen e û ew alîkariya rejîmê bi wan re nehatiye danê.
Her roj di seranserê Kurdistan û Îranê de xelkê hejar û birsî dijî hejarî û kêmdahatan xwenîşandanan bi rê ve dibin, niha di salvegera kuştina terorîst “Qasim Silêmanî” de, rejîmê ev yek di nav xelkê de belav kiriyer, her kesek ku zarokek jêr temen 5 salî hebe bo ew hejmara ku di nav xelkê de hatiye belav kirin dê pêwendî bi wan re bê girtin, heta ku 1 miliyon Tumen bixine ser hesaba wan.
Rejîm dixwaze bi vê rêyê ve li hejariya xelkê mifahên xirab werbigire û bi şandina kortenaman xelkê wek alîgirê xwe nas bikin û eva di halekê de ye ku xelk dizanin sedema sereke ya hejariyê xwedî rejîma Îranê ye.