Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê mijûlî avakirina 7 cihên nû yên cihgîrkirina mûşekan e

12:39 - 6 Gulan 2021

Pêka wêneyên esmanî yên mahwareyan ku li destê Navenda Navnetewî ya Lêkolînên Stratejîk de ne, rejîma Îranê mijûlî avakirin û çêkirina 7 cihên nû yên cihgîrkirina mûşekan e.

Roja Pêşncşemî 6ê Gulanê, Navenda Navnetewî ya Lêkolînên Stratejîk daye zanîn ku rejîma Îranê mijûlî avakirina 7 ciyên nû yên cihgîrkirina mûşekan li çiyayên nêzî bajarê “Hacî Abad” li parêzgeha “Hormozgan”ê de ye ku bi armanca ragirtina bi 10an çek û ermancgirtina bi hûrî ya mûşekan, hatine avakirin.

Herwisa li dawiya sala derbasbûyî de jî, wêneyên esmanî dabûne xuya kirin ku rejîma Îranê mijûlî avakirina 4 cihên nû yên paşketkirina mûşekan û cihgîrkirina wan bona ermancgirtina bi lezgînî û hûrî ya mûşekên balistîkî li devera “Xorgo” li parêzgeha “Hormozgan”ê de ye.

Berê, Fermandeyê “Hewa-Feza”yê Spaha Pasdaran a terorîst, “Emîrelî Hacîzade” jî îtiraf kiribû ku ji sala 1363an ve, mijûlî avakirina bajarên mûşekî ne.

Rejîma Îranê dixwaze bi avakirina cihên zêdetir ên mûşekên balistîkî, tevî bandorxistin li ser danûsatandinan digel welatên dever û zilhêzên cîhanê, li dema hewce de wan bikar bîne û beşeke zêde ya bûdceya Îranê jî bo wê armancê tê xerckirin.