Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê mohleteke din pê hate dan

12:53 - 30 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Girûpa taybet a malî ya  “FATF” bona reforman di yasayên xwe de, mohleteke 3 heyvî da Îranê, da ku dawiyê bi siyaset û bernameyên spîkirina pere û dabînkirina beşa malî ya terorîzmê bîne.

Li gorî raporên belavbûyî, girûpa taybet a malî ya “FATF” ku navenda vê di welatê Firansayê de ye, ji bo careke din navê rejîma Îranê di  derveyî lîsteya reş ya xwe de tomar kir, û mohleteke din da rejîma Îranê ku dev ji spîkirina pere û dabînkirina beşa malî ya terorîzmê bîne.

Di vê daxuyaniyê de, ji 37 welatên cîhanê daxwaz hatiye kirin ku, bi hişyariyeke tewaw ve digel rejîma Îranê mi`amilayan encam bidin.

Di sala derbazbûyî de jî, belavoka “Polîtîko” ku navenda  vê di Amerîkayê de ye, di raporteke xwe de bas ji spîkirina pare ji aliyê rejîma Îranê ve kiribû.

Hevdem navenda navneteweyî ya “Bazil” ya di Swîsê de ku taybet derheqê pirsa spîkirina pere,  û rûbirûbûna li dijî terorîzmê kar dike,di rapora xwe ya herî nû de  ku di sala 2017`an de belav kiribû, daye eşkerekirin, ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê yekemîn welat e di cîhanê de, di warê spîkirina pere, û piştevanîkirin ji terorîzmê.

Li gorî vê raporê, ji sala 2012`an şûnda, welatê Îranê bi awayekî berdewam yek ji metirsîdartirîn welatên cîhanê bûye, ji bo  pirsa spîkirina pere, û piştevanîkirin ji terorîzmê.