Wezareta Derve ya rejîma Îranê, Kardarê balyozxaneya Efxanistanê li bajarê Tehranê banghêjî vê Wezaretê kir û nerazîbûna xwe li derheq şewitandina balyozxane û konsolgeriya Îranê li Efxanistanê nîşan da.
Berpirsê Giştî yê Karûbarê Asiyaya Başûr yê Wezareta Derve ya rejîma Îranê bi kardarê balyozxaneya Efxanistanê re gotiye, ku heta dema dabînbûna ewlehiya balyozxane û konsolgeriyên Îranê li Efxanistanê û alxahînîdana hewce ji aliyê Efxanistanê ve, karê konsolgeriyên xwe ragirtine.
Çend rojan berî niha deriyê konsolgeriya rejîma Îranê li Heratê hatibû şewitandin û êrîş li ser balyozxaneya rejîma Îranê di bajarê Kabulê de jî hatibû kirin û ber deriyê wê agir hil kiribûn.