
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ji riya 71 malperan ve, zanyariyên saxte di hin welatên cîhanê de belav dike.
Li gorî raporta Nûçegihaniya “routers”ê, karnasên ewlehiya torên civakî û rojnamevanan 71 malperên teblîxî dane eşkerekirin, ku nûçeyên dûr ji rastiyan û bê bingeh, û teblîxên ku rejîma Îran pesend bike, di 15 welatên cîhanê de belav dike.
Wê nûçegihaniyê di vê derbarê de wiha nivîsiye, ev kiryarên teblîxî di nav Îranê de tên rêkxistin, û ji aliyê karnansên ewlehiya saybirî ve, kompaniyayên birêveberên torên civakî û rojnamevanan ve hatine eşkerekirin, û armanca wan jî teblîx li dijî cîhanê û çalakiyên cibha Sêyonîstî û welatên Rojavayê hatiye ragehandin.
Malpera “Nil Online” yek ji van 71 malperan e ku, mijûlî belavkirina nûçe û teblîxên nerast di 15 welatên cîhanê yên wekî,” Misr, Pakistan, Yemen, Sûdan û Rûsiyayê de” ye.
“John Brennan” serokê berê yê saziya Ewlehiya Navendî ya Amerîkayê (CIA) ji nûçegihaniya “ routers”ê re daye xuyakirin ku, welatên cuda yên cîhanê taktîkên wiha bi kar tînin û Îran yek ji wan e.
Her di vê pêwendiyê de navbirî got ku, Îran di warê saybirî de çalak e, û hin kesên bihêz di dezgehên zanyarî de hene.
Di Xermanana sala 2018`an de, du torên civakî yên wekî “Twitter” û “Face Book”ê hevdem sedan rûpelên girêdayî rejîma Îran û Rûsiyayê bi sebeba “ belavkirina zanyariyên bê bingeh û alozker” vêde dan.
Rejîma Îranê, bi kiryarên wiha dixwaze bikarhînerên torên civakî bixapîne, û zanyariyên bê bingeh û tebilîxên alozker belav dike.