Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê Oraniyoma zêdetir dimeyîne

11:31 - 5 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bona gefkirin ji civatgeha Cîhanî, weke pêngava 4`ê ji wekişyana sozên xwe li Bercamê, meyandina Oraniyomê zêde dike.

Serokê Saziya wizeya Navokî ya rejîma Îranê Elî Ekber Salihî ragihand ku Îranê li 2 mehên derbas bûyî de Santrîfîyujên nu çêkirine.

Salihî ragihand ku Santrîfiyujên A Î A R 9 li 2 mehên vê dawiyê de hatine çêkirin.

Tête gotin ku nifşa nu ya Santrîfiyujan şiyana 50 caran hindî Santrîfiyujên berê heye ku Oraniyomê bimeyîne.

Hesen Ruhanî Serkomarê rejîmê demekê berî niha gef kiribû ku ev dê pêngava xwe ya 4`ê ji wekişyana li ser sozên xwe ku dane lihevkirina Bercemê, dê bi wan zûkatiyan bihavêjin.

Salihî got ku emê niha pêde 5 Kîlo Oraniyoma zêdetir bimeyînin bona şevata vizegeha Navokî ya Netenzê.

Hevdem Ajansa Navneteweyî ya Vizeya Navokî li derbarê vê pêngava rejîma Îranê nîgeraniya xwe daye xûya kirin û daxwaz kir ku Îran pêbend be bi sozên lihevkirina Bercamê.