Rejîma Îranê ku di meha dawiya salê de û di devedeva hatina cejina Newrozê pere cejinane dide jinên fermanber di nihade ew cejinane ji wan jinan qut kiriye.
Nûçegihaniya “Îlna” a ser bi rejîma Îranê belav kiriye ku, rejîma Îranê pere cejinane ku 500 hezar Tumen, û heqê zarokan ku 150 hezar Temene li jinên fermanber ku piraniya wan sergêrê malbata xwene, qut kiriye û ew perê cejinane tenê bi mêrên fermanber tê dane.
Pêka madeya 38 ya yasaya bingehîn a Kar, divê heqdestê jin û mêran beranber bin û nabe ku “Regez, Temen, Ol û netewe” di dana heqdestê de bê berçav girtin.
Lê siyasetên rejîma Îranê bi awayekê rohin û eşkere di hemû warekê de mafê jinan binpê dike û di navber jin û mêran de cudatiyê dadinê.