Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê pere dide malbatên Felestîniyan

12:05 - 24 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kanala 11 ya televîzyona Îsraîlê di raporekê de ragehand ku Komara Îslamî ya Îranê 3 hezar Dolarî dide malbatên her Felestîniyekê ku di dema xwenîşandanan de, li kertê Xeze têne kuştin.

Li gora rapora kanala 11 ya televîzyona Îsraîlê, ew pere ji bo wan Felestîniyên ku di dema aloziyan de birîndar dibin 500 Dolar û bo kesên ku birînên wan sivik bin, 300 Dolar e.   

Li gora vê çavkaniyê, ew pere ji aliyê rejîma Îranê ve bi saziya terorîstî ya Hemasê tê dan.

Alozî û meşên nerazîbûnê ên Felestîniyan li jêr navê meşa vegeriyanê, ku heya niha 200 kuştî û bi hezaran birîndarî li pey xwe hebûye, li ser hisaba berîka kedkaran û mamostayan û cotkarên Îranî pere bi malbatên wan tê dan.

Rejîma Îranê ku ew qas xelkê welat di nav hejarî û destengiyê de hêlaye, û serbarê vê rewşê berdewam bas ji dadperweriyê jî dike, encama wan destêwerdanên wê ye di nav karûbarên welatên din de. Herçend bi berçav wisa nîşan dide ku ew piştevanê zulmlêkiriyan e, lê berevajî di Sûriyê û Lubnanê û Yemenê û Felestînê û Îraqê piştgiriya terorîstan dike, û sebebkarê serekî yê çaresernekirina kêşeyan di herêmê de ye.