
Soz û qewlên berpirsên rejîmê yên li derheq kirîna genim û dana pere ji werizêrkarên bajarê Dere Şehrê vala derkevtin.
Pêka rapora Nûçegihaniya Deng û Rengê rejîmê ya li bajarê Îlamê, Îdareya Dexl û Dan ya bajarê Dere Şehr a girêdayî bajarê Îlamê ji werizêrkarên wî bajarî re qewl dabûn ku li dema kirîna genimê de dê demldest perê wan bidin, lê bi derbasbûna heyama 45 rojan li ser wergirtina genim de heta niha ti pereyek ji werzêrkaran re nehatiye dan.
Werizêrkarên bajarê Dere Şehra girêdayî bajarê Îlamê, 16 hezar ton genim ji Îdareya Dex û Dan a wî bajarî re firotine, lê li hember de ti pereyek wernegirtine.
Paremana perê genimê werizêrkarên bajarê Dere Şehrê, ganzince û nerazîbûnên werzêrkaran lipey xwe aniye û werizêrkarên wî bajarî dibêjin ev heyama 45 rojan e ku li ser radestkirina genim ji Îdareya Dex û Dan re derbas dibe û wanqewl dabûn ku demldest perê me bidin lê heta niha wê îdareyê ti pereyek nedaye me.
Herwisa li bajarê Zahidanê jî, ji ber siyasetên cudahîdanîn û gendelî yên berpirsên rejîmê, welatî bûna kirîna nan neçar in di vê germahiya demsala Havînê de li rêzên dirêj de rawestin.
Kêrnehatîbûn, dizî û guhnedanên berprisên rejîmê, rewşa jiyana xelkê Îranê digel dijwariyên bê sînor rû bi rû kiriye û cem berprisên rejîmê mirovahî ti nirxek tune ye.