Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê perê xelkê heder dide

13:12 - 18 Gulan 2020

Rejîma Îranê bi avakirina “pire” yan li ser çem û cihên lehiyê ku bi awayê ne standard hatine çêkirin bi hezaram milyard Tûmen, perê xelkê Îranê heder dane.

Lehiyên we dawiyê di parêzgeha Loristanê de, zêdetir ji 206 pirên hatî çêkirnê, bi yekcarî jinaw birine û pêka amarên rejîmê, zêdetir ji 10`an hezar milyard tûmen, di wan lehiyan de xisar geheştiye xelkl vê parêzgehê.

Li ser wê mijarê Cihgirê Saziya Rêgawban a rejîma Îranê, “Xudadad Muqbilî” gotiye ku lehiyê, hemû pirên ser çemê “Keşkan”ê herifandine û herwisa got ku 8 pirên dinê di cihên dinê de jî rastî xisaran bûne û pireke asinî ku nû de hatibû avakirinê, bi yekcarî ji naw çûye.

Rejîma Îranê bi hegera gendeliya kar, ew sazî bo heyameke kurt avakiribû ku di lehiyên xurt de herifîn û pirên berê jî xirabtir bûne.

Gendelî û dizî ya serweta xelkê ji aliyê berpirsên rejîmê ji aliyek û hederdana perê xelkê ji aliyeke dinê ve, xelk rastî xisarên bê weger kiriye.