Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê pêşewazî li terorîstên xwe kir

17:23 - 26 Çirriya paşîn 2020

Sê terorîstên rejîma Îranê ku ji aliyê polîsên dewleta “Taylend”ê ve di dema hewla kiryarên terorîstî de hatibûne binçavkirin, berdan.

Ew 3 terorîstên rejîmê di hember berdana lêkolerê Ustraliyayê, “Kaylî Mur Gîlîbêrrt” de hatine berdan.

Navê wan terorîstên rejîma Îranê ew in: “Seîd Muradî, Mihemed Xeza`î û Mesûd Sedaqetzade”.

Ew 3 terorîst ji aliyê Cihgirê Wezirê Derve yê rejîmê “Ebbas Eraqçî” ve pêşevazî li wan hate kirin.

Ew 3 kes 8 salan berî niha li welatê “Taylend”ê dixwestin çend dîplomatên Îsraîlê teror bikin, lê hewla wan serneket.

Dewleta “Bankok”ê berdana wan 3 terorîstan erê kiriye.

Yek ji wan terorîstan yê bi navê “Seîd Muradiyan” di dema şer û pevçûn digel polîsan de, narincekek avêtibû polîsan, lê ew narincek li nav destûpêyên wî de teqiya û her 2 pêyên wî hatine qirtandin.

Ew cara yekê nîne ku dîplomat-terorîstên rejîma Îranê piştî binçavkirina wan di welatên dinê de piştre têne berdan.

Terorîstê gemar, “Kazim Darabî” yek ji wan terorîstên restorana “Mîkonos”ê ye ku piştî çend salan ji aliyê dewleta Alman ve hate berdan.

Bikujê “Şapûr Bextiyar” yê bi navê “Elî Wekîlîrad” sala 1389an hate berdan.

Heta niha çendîn terorîstên rejîma Îranê piştî kiryarên terorîstî hatine berdanê.

Ew terorîst ji aliyê Wezareta Derve ya rejîma Îranê ve hatine pêşewazîkirin.