Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê pêşiya birêveçûna rêûresmên Newrozê li Kurdistanê digire

18:25 - 27 Adar 2022

Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê pêşiya birêveçûna rêûresmên Newrozî digire û hewl dide ku ew rêûresmane têk bide.

Pêka nûçeya ku gihiştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê roja Şemî 6ê Xakelêweya 1401an a Rojî, Spaha Pasdaran a terorîst li gundê “Hersîn” yê girêdayî bajarê “Sewlava” kombûnek bo şêwreyên wî gundî pêk anîbû.

Di wê kombûnê de Spaha Pasdaran şêwreyên gund erkdar kiriye ku bi her awayekê be rê ji birêveçûna rêûresima Nerwrozê ku biriyar bû roja Yekşemî 7ê Xakelêweyê bi rê ve biçe, bigirin.

Herwisa Spaha Pasdaran, daxwaz ji şêwreyên gund kiriye ku nabe xelk ji axabanû, hewrî û gulên sor mifahê werbigirin û li cihê wan şalên besîciyan bi şêwreyên gund dabûn da ku di nav beşdarbûyan de belav bikin, lê xelkê gotine ku em beşdar nabin.

Herwisa roja Înê 5ê Xakelêweya 1401an a Rojî, damezraweya “Teshîlata Gulşen û Mehelê Ferecî” bi hevkariya xelkê bajarê “Sine”yê amadekariyên lidarxistina rêûresma Newrozê kiribûn, lê tevî wergirtina mohletname, şêwre û îdareya Emakina rejîmê pêşiya birêveçûna wê rêûresmê girtine.