
Rejîma Îranê tevî gefxwarin ji bikarhînerên “Twitter”ê astengî li ser hêlên Înternetê afirandiye.
Roja Pêçncşemî, 16 ê Tîrmeha 2020 an, rejîma Îranê bi hinartina “Twîtt” bo hindek ji bikarhînerên tora cîvakî ya “Twitter”ê gef ji wan xwarine ku bi hegera alozîxistin di ewlehiya welat de, dê ji aliyê dadgehê ve bo wan peyamek bête şandin ku dem çon bo dadgehê bo telefona bikin û dibe ew kes di malpera dadgehê de navên xwe binivîsin, hekî ne, dê bi awayê herî tund bêne cezadanê.
Alozî di Îranê de bi taybet di wan rojên dawiyê ku di bajarê Bêhbehan û hin bajarên dinê de destpêkiriye, bi heşteka # îdam nekin, li ser tora “Twitter”ê bi awayekî berfireh belav bû û rejîma Îranê di piraniya wan cihan de înternet qut kiriye û di hin cihan de bi astekî ji lezgîniya înternetê daket ku nedihate bikaranînê.
Rejîma Îranê di wan aloziyên wê dawiyê de, wekî aloziyên berê bi lezgînî hêlên înternetê qut dike û tevî gefxwarin bi xelkê, bajarên cihê tirsê bo rejîmê militarîze kirine û kom bûna çend kesî jî di hin bajaran de qedexe kirine.