Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê pileya 3ê li mirin a bi sedema Korona li cîhanê de heye.

18:27 - 27 Nîsan 2021

Roja Duşemî 26ê Nîsanê, 672 hezar û 914 kes li cîhanê de tûşî vîrûsa Koronayê bûne.

Welatê Hindistanê bi 2 hezar û 764 qurbanî li pileya yekem, Brêzîl bi hezar û 279 qurbanî li pileya 2ê û Îran bi 496 qurbanî, pileya 3ê ya canjidestdan bi sedema Korona li cîhanê de hene.

Li parêzgehan de berpirsên piraniya nexweşxaneyan, amara tûşbûn bi Koronayê û razandina nexweşên wekî karesatek binav kirine û gotine ku, menca 4ê ya Koronayê ji mencên berê yê Koronayê lezgîntir e.

Cihgirê Wezareta Tendirûstî yê rejîma Îranê, “Îrec Herîrçî” gotiye: “Heta 2 heftiyên din, hejmara qurbaniyên Koronayê ji 496 qurbaniyan dê bigihîje bi 700 kesan.

Amara tûşbûn û qurbanîbûna bi sedema Koronayê li Kurdistan û Îranê de, bi berdewamî zêdetir dibe û rewşa parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, wekî kirîzekê ye.

Rejîma Îranê amara serast a qurbaniyên Koronayê belav nake û rastiyên li derheq Koronayê serpoş dike.