Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê pirsgirêkên di navbera xelkê Dalahoyê de dijwartir dike

13:52 - 15 Tebax 2021

Piştî vê yekê ku di navbera xelkê gundên “Rêjaw û zerde”yê de pirsgirêk çebû, xelkê gundê “Zerde”yê bo hatûçûyê bo bajarê “Kirinda rojava” ku rêya wê li navber û tenîşta gundên “Bawecanî, Darab û Rêjaw”ê derbas dibe, pêşiya wan tê girtin.

Rejîma Îranê tevî ku bo çaresertkirina wê pirsgirêkê ti pêngavek hilnegirtiye, belkî fitneyan jî diafirîne.

Êdî rûniştiyên gundê “Zerde”yê gihîştine vê encamê ku bo rêgirîkirin ji qezayên nexwestî û bo şanekirina dilê dujmin, bi xerc û perê xwe rêyekê bo Serpila Zehavê çêbikin.

Rejîma Îranê bi wê armancê heta alîkarî jî bi wî xelkê nedaye.

Tevî vê yekê ku karbidestên rejîma Îranê çendîn caran soza hevkarî û çareserkirina pirsgirêkan dane, lê bi bervajiyê sozên xwe, roj bi roj givaşên wan li ser xelkê gund zêdetir dibe û dixwazin bi wî awayî xelkê gundê “Zerde” bi neçarî gundê xwe çol bikin.