Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê piştevaniya aborî a terorîzmê dike

19:32 - 2 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Rayedarên Yemenê ragihandine ku karbidestên rejîma Îslamî a Îranê mehê bi qasî 30 milyon Dolarî pere xercê Huyîên Yemenê dikin.

“Ebde Meclî” Berdevkê fermî yê hêza leşkerî a Yemenê, daye xuyakirin ku, rejîma Îranê mehê bi qasî 30 milyon Dolarî pere xercê Milîşên Husî yên Yemenê dike, ku ew alîkariya dahata neftê ye.

 Wî berpirsê Yemenê daye zanîn, Rejîma Îranê mînê qedexe kirî bo Hûsiyan dişîne, û ew jî wan mînan li cihên akincîbûna hemwelatiyên medenî û  herwisa hezên serbazî de wa dadinên.

li gorî gotina navbirî pêka rêkkeftinameya “Swedishe” di navbera Hûsiyên Yemen û arteşa Yemenê de, agiribes hatiye ragehandin, lê bi sebeba piştevanîkirin û destêverdanên rejîma Îranê di nav karûbarên navxweyî yên wî welatî de, ew agirbesa hatiye binpêkirin.

 Di heyama Sala derbazbûyî de, Rêkixirava NY raporeke veşartî (nihênî) derheq berdewambûna alîkariyên rejîma Îranê bo Hûsiyan belav kiribû, ku di wê raporê de hatibû: Şandina Mûşekên Balistîkî yên navgînbir, û alayên din yên şer, di heyama sala 2015`an şûnda, ji aliyê rejîma Îranê ve bo Huyîên Yemenê  biawayekî  berdewam hatine şandin.

Amerîka, Îsra`îl û Yekîtiya Erebî, rejîma Îranê tawanbar kirine ku,  ev bi armanca bihêzkirina Milîşên Hûsyîên Yemenê, mûşek û çek û teqemeniyên leşkerî bo Yemenê vediguheze.

Her di vê pêwendiyê de, berê jî çendîn caran karbidestên payebilind yên siyasî yên welatê Yemenê nerazîbûna xwe li hemberî destêverdanên Komara Îslamî a Îran, û destverdanên wê rejîmê di nav karûbarên navxweyî yên wî welatî de nîşan dabûn.