Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê piştî 10 rojan hêj pirtûkên dersê bi derisxwanan re nedaye

11:36 - 3 Çirriya pêşîn 2021

Di destpêka demsala nû a xwandinê de heta niha ku dibe 10 roj, rejêma Îranê hêj pirtûkên dersê bi dersxwanan re nedaye û di wan 10 rojan de daxwaza pereyan ji wan hatiye kirin.

Li heyama destpêkirina demsala nû a xwandinê di Rojhelatê Kurdistan û Îranê de heta niha ku dibe 10 roj, piraniya dersxwanan hêj pirtûkên dersî bi wan re nehatiye danê; Eva di halekê de ye ku 2 meh berî vebûna dibistanan, pereyê pirtûkan ji malbata zarokan hatiye standin.

Di vê halê de jî ku wane û dersa derisxwanan bi awayek rêkûpêk nehatiye destpêkirin û bi sedema Koronayê di heftiyekê de tenê 3 rojan diçinê dibistanan, birêveberên debistana daxwaza pere ji zarokan dikin û paketekê di bin navê “Hediye bi merdirese” de didine wan.

Eva jî di halekê de ye ku Saziya Perwerde û Hînkarî bi çewatekarî dibêje, ku em daxwaza pere ji zarokan nakin û ew derisxwan bixwe pere bo me tînin.

Rewşa aboriya xelkê baş nîne û bilindbûna nirxa kelûpelên hewce bo xwandinê, her dersxwanek bi gelemper di despêka sala nû a xwandinê de zêdetir ji 1 miliyon û 600 hezar Tumen e, ku beşek herî zêde ji malbatan şiyan kirîna wan kelûpelan nîne û eva bûye sedem ku nêzî 3.5 milyon dersxwan di sala derbasbûyî de bi sedemên cuda dev ji xwendinê berdin, ku ev yeka jî paşeroja wan û civakê dixe metirsiyê.