Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê piştî derbasbûna du mehan li ser teqîna “Netenz”ê, îtiraf bi wê teqînê kir

12:14 - 24 Tebax 2020

Piştî derbasbûna du mehan li ser teqîna damezraweya “Netenz”ê, rejîma Îranê roja Yekşemî, 23ê Tebaxê daye zanîn ku ew bûyere di encama kiryarên xirabkarane de qewimiye.

Berdevkê Saziya Vizeya Navkî ya rejîma Îranê, Bêhrûz Kemalwend, li derheq sedemên teqîna damezrawaya Navkî ya Netenzê, ku mezintirîn navenda meyandina Oraniyoma Îranê ye, got: “Lêkolînên me dane zanîn ku ew teqîne kiryareke xirabkarane bûye, lê eva ku çawa hatiye encamdan û bi çi maddeyekî hatiye teqandin, berpirsên ewlehî lêkolînê li ser dikin dê rojên bê de zaniyariyên zêdetir bêne danê.

Ji aliyek din ve jî Endamê Komîsiyona Ewlehiya netewî û pêwendiyên derve ya Meclîsa Îranê, Cewad Kerîmî Qudosî, îdia kir ku ev teqîneye ji aliyê sîxuran ve hatiye encam dan, û parek ji xirabkariyên wê teqînê kire stuyê Ajansa Vize Navkî ku serdana wê cihê kiribûn.

Di rojên destpêka teqînê de jî, rojnameya “New York Times”, li gor ji çavkaniyên payebilind di Rojhilata Navîn de nivîsî: “ Teqîna Netenzê opirasiyoneke Îsraîlê bûye ku bernameya Navkî ya Îranê bo du salan paşwe xistiye.

Lê berpirsên rejîma Îranê xwe ji wê teqînê bêdeng kiribûn û zaniyariyên zêde belav nedikirn, da ku piştî du mehan îtiraf bi wê teqînê kirin û bi kiryareke xirabkarane dane zanîn.