Saziya Lêborîna Navnetewî, daye zanîn ku rejîma Îranê piştî îdamkirina 4 girtiyên Ereb, cihê bi ax spartina wan diveşêre û ji dana heçî zaniyrarikê di vê derheqê de xwe diparêze.
Roja Pêncşemî 18ê Adarê, Saziya Lêborîna Navnetewî, di nameyekê de bo “Îbrahîm Yûnisî” Serokê Dezgeha Dad ê a rejîma Îranê, nivîsiye ku piştî derbas bûna 3 heftiyan ji îdamkirina “Casim Hêyderî, Elî Xusrecî, Husên Sîlawî û Nasir Xefaciyan”, hêj qedera cinazê wan roh nîne û kes nizane li çi cihekê, hatine weşartin.
Herwisa di wê nivîsê de hatiye ku, rejîma Îranê rastiyên li derheq cinazê wan 4 îdamkiriyan diveşêre, lewma rejîm sûçdare bi kiryara “weşartina bi zorê”.
Herwisa di wê nameyê de tekezî hatiye kirin ku, pêregihîştin û qonaxên dadgehîkirina wan girtiyên Ereb bi dawî nehatibû û îdamkirina wan bi ti awayekî nayê qebûlkirin.
Ew binçavkiriyên Ereb li 10ê meha Reşemê de hatibûne îdamkirin.
Rejîma Îranê, “Casim Hêyderî” bi tohmeta “Bexî” û “hevkarî digel girûpên dijberê rejîma Îranê” û “Elî Xusrecî, Husên Sîlawî û Nasir Xefaciyan” bi tohmeta êrîş li ser binkeyekî întizamî li derveyê bajarê Ehwazê, cezaya îdamê bi ser wan de hatibû serpandin û ew îdam kirin.