Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo heyamê 10 salan qiraxava Çabiharê dide Hindustanê

11:30 - 7 Adar 2021

Hindustanê ragihandiye ku heta 2 mehên din, qiraxava “Çabihar” bi girêbesteke 10 salane dê bi dest xwe ve bigre û tranzîta kelûpelan li wê qiraxavê dê li qurixa Hindustanê de be.

Roja Înê 5ê Adarê, Wezîrê Qiraxav û Gemîranî yê Hindustanê “Mensûx Mandawiya”li hevpeyvinek digel nûçegihaniya “Reuters”ê de ragihandiye, ku qiraxava “Çabihar” heta 2 mehên dinê dê bi tewawî bikeve destê wan”; Pêka wê girêbestê ku bo heyamê 10 salan e, Hindustan bi dorlêdana Pakistênê, bi rêya wê qiraxavê ve, dê tranzîta kelûpelan bo Îran, Efxanistan û Asiyaya Naverast bike.

Qiraxava “Çabihar”ê ku 2 beşên termînalî hene ku yek ji wan damezraveya termînala “Bihiştî” ye, bi sermayedanîna Hindustanê geşe kir, lê ji sala 2019an ve bi sedema dorpêçên Amerîkayê nekarî bi tewawî wê beşê bi kar bîne.

Hindustan bi îcarekirina 500 milyon Dolarî ya wê qiraxavê heta 10 salan, dê dahata tranzîta kelûpelan bo berjewendiyên xwe bikar bîne.

Herwisa rejîma Îranê ragihandibû ku, bi girêbesteke 25 salane, dê beşek ji qiraxava “Çabiharê” bi Çînê re bide û pêka wê girêbetê, Çîn dikare hêzên leşkeriyên xwe di wê qiraxavê de cihgîr bike û binkeyên leşkerî ava bike.

Rejîma Îranê bona dabînkirina perê hewce bo birêvebirîna siyasetyên xwe yên terorîstî û geşedan bi terorîsmê, bi awayekî axa Îranê bi welatên din re difroşe û rejîma Îranê ti girîngiyek bi paşhatên wan girêbestan nade ku dê Îranê kaviltir bike.