
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê qurbaniyeke destdirêjiya cinsî îdam kir, ku navbirî li ber destdirêjiya ruhaniyekî bo ser xwe, ew kuştibû.
Li gora rapora Rêkxirawa Mafê Mirovan a Îranê, ew gencê ku gellek caran ji aliyê axûndeke naskirî ê hikûmetî ve rastî destdirêjiya cinsî hatibû, di temenê 20 saliyê de, digel du kes ji hevalên xwe ew kuştibû, di girtîgeha navnedî ya Serdeştê de hate îdamkirin.
Rêkxirawa Mafê Mirovan a Îranê ragehand ku hukmê îdama Husên Îsma`îlpûr roja Şemiyê 10`ê Sermawezê di girtîgeha Merkezî ya Reştê de hate cîbicîkirin.
Husên Îsma`îlpûr di temenê 14 saliyê de, di hewzeya Îlmiye ya Rûdser de dersa “`Ilûmê Dînî” (zanista olî) dixwand, û li gorî gotina wî bixwe di dema destbiseriyê de, û di dema pêdeçûna bi ser dosiya wî de, ew gellek caran ji aliyê ruhaniyeke naskirî bi avê Fexrî Lengrudî ve rastî destdirêjiya cinsî hatiye.
Ew berî temenê 20 saliyê di roja 24`ê Xermanana 1393`an de, digel du hevalên xwe, wî ruhaniyê dikujin.
Bavê Husên Îsma`îlpûr derheq şêweya serederiya dadgehê digel pirsa destdirêjiya bo ser kurê xwe ragehandiye: Me nekarî em di dadgehê de tiştekî wisa îsbat bikin, jiber ku wî ruhaniyê desteke bilind di nava dem û dezgehên hikûmetî de hebû, lewra gellek guh nedidan me. Di navbera sê-çar mehan de dadwer biryara xwe ya dawiyê derkir.
Birayê wî ruhaniyê bixwe wekî şakiyê dosiyeyê hukmê îdama Husên Îsma`îlpûr cîbicî kir. Ew kes ruhaniyeke naskirî bi navê Nê`imet Fexrî bû.
Ew nûnerê Xamineyî ye di beşa teknolojî û zanyariyan a ser bi Spaha Pasdaran. Lewra jî di dadgehê de, guh nedan, axavtinên Husên Îsma`îlpûr û pirsa destdirêjiya bo ser navbirî.