Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê rastiyên zirarên lehiyê yên vê dawiyê vedişêre

17:05 - 3 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Di heyama 20 rojên derbasbûyî de, bi sedema barîna baran gurr , aliyê kêm 15 parêzgehên Îranê rastî zirarên canî û malî hatine.

Parêzgehên herî zirar berketî wiha ne: Gulistan, Xorasana Başûr, Xorasana Rezevî, Xozistan, SîstanûBeluçistan, Fars, Qezvîn, Kirman, Kirmaşan, Îlam, Khgyloye û Boyer Ehmed, Loristan, Hormozgan, û Yezd in.

Pêka wan dîmen û vîdyoyên ku di torên civakî de û ji aliyê xelkê ve hatine belavkirin, zelal dibe ku wê karesata rabûna lehiyî zirar û malvêraniya ku li pey xwe bicih hêlaye bi çi qasî ye.

Di dîmenên lehiyê de der dikeve ku, hêza lehiyî bi qasî ye ku hezarzan tiromibîlan digel xwe dibe û herwisa avahiyan diherfîne.

Rêjîmê amara qurbaniyên lehiyê di heyamên derbasbûyî de, 57 kes ragehandiye.

Pêka hemî lêdvanan, bê guman sedan kesî canê xwe jidest dane, û sedan kesên din jî bê çarenivîsin, hezaran kes brîndarin, deha bajar û sedan gund bin av bûne, û  rê û pire û elektirîk û sedan hezar hektar erdê çandinî pareke ji vê zirarê ne.

Niha rejîm hewl dide da ku, hemî rastiyên vê bûyera xwezayî veşêre û ziraran kêm rabigehîne heya ku xwe di bin barê berpirsayrbûnê de bi avêje.

Rêjîm tenê weke temaşevan çav ji wê karesata mirovî dike û netenê hawara xelkê lêqevmî de naçe, belku bixwe sebebkarê serekî yê vê malvêraniyê ye.

 Berpirsên Rêjîmê weke rikeberîkirinê serdana cihên zirar dîtî dikin, û bi wêne girtin û pirûpagende xelkê dixapînin.