
Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, rêjîma Îranê hêzek zêde li ser rê û cihên vekolînê yên bajarê Bokanê cihgîr kirine.
Pêka zaniyaryan, demjmêr 6ê sibêdehê hêzeke zêde ya Spaha Pasdaran a terorîst bi serûçavên pêçayî, bi 10an maşînên cur bi cur li sêrêya “Nobar”ê, di 15 kîlometriya wî bajarî heta ser rêya “Seholan”a di navbera Bokan-Mehabad”ê cihgîr kirine û cihên vekolîn û lêpirsînê danîne.
Herwisa hêzek zêde ya rejîmê li ser rêya gundên weke “Burhan-Nobar” ê cihgîr kiriye.
Herwisa pêka nûçeyên gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê ji tirsa serîhildana seranserî ya xelkê ku, bi sedema bilindbûna nirxan hatine ser şeqaman û piraniya bajarên Kurdistan û Îranê ji xwe girtiye, hêzek zêde di nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê de cihgîr kriye.