Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê rojnamevanan serkut dike

12:48 - 19 Nîsan 2019

Kurdistanemdia: Di nûtirîn amarên azadiya medyayan de, rejîma Îranê zêdtirîn serkutkariyên derheq medyayan de hebûye.

Li gorî nûtirîn rêzbenda azadiya medyayan di cîhanê de ku li roja Pêncşemî 29`ê Xakelêweyê hatiye weşandin, di nav 180 welatên cîhanê de welatê “Norway” wekî azadtirîn û ewlehîtirîn welat bo azadiya medyayan hatiye naskirin û Îranê jî bi daketina li 6 pileyan li çav sala derbazbûyî di rêzbenda 170.mîn de cih girtiye.

Rejîma Îranê di serkutkirina rojnamevan û medyayan de, li rêzbenda herî dawiyê ya welatên ku azadiya medyayan serkutdikin cih giritiye, çalakî encamdan bo rojnamevanan di wî welatî de ne ewlehe.

Nûçegihanên bêsînor di nûtirîn amarên azadiya medyayan di cîhanê de derheq rewşa medyayan di Îranê de gotiye ku: Rejîma Îslamî li kontrolkirina medyayan û azardana rojnamevanan û hevwelatiyên rojnamevan û medyayên serbixwe dest hilnegirtiye.

Herwisa di vê raportê de hatiye ku, rejîma Îranê di heyama 40 temenê xwe yê derbazbûyî de, yek ji serkutkartirîn hikûmet bo rojnamevanan hebûye.

Di vê rêzbenda ku hatiye weşandin, bi serkutkirina bi bernam û berdewam a medyayan û rojnamevanan di Îranê de îşare hatiye kirin, û her di vê pêwendiyê de jî, Spaha Pasdaran a terorîst serkutkariyên xwe yên li dijî hevwelatî û rojnamevanan zêdetir û tundtir kiriye.

Pêka vê raporê, di nav giritiyên ku bi sedema karê medyay hatine desteserkrin niha 2.3 ji van girtiyan hevwelatiyên rojnamevan pêk tîne ku, nirxên tundtîjiyên rejîma Tehranê bo ragehandinên serbixwe didin.

Rewşa azadiya medyayan di 19 welatan de rengê reşe ku, piştî Îranê di nav 10 welatên wekî, “Laos, Erebistana S`şdî, Djibouti, Syria, Sudan, Vietnam, China, Eritrea, North Korea û Turkmenistan”, hatiye nivîsandin.